Bi hevokek ji Pavese dest pê dike “Bîr”; “Ji bo ku ez xwe tenê nehêlim, heta sibehê ez li hemberî neynikê rudiniştim.”
Û bi rêzek ji stranek Beatles bi dawî dibe:
‘‘Heta sibehê min li neynikê niherî , qet min kesî nedît.’’
Her tişt di nav van her du hevakan de diqewime; teqînîn, veqetandin, şikenandin û ji hev belavbûn… Ango hemû êşên ku hesabê xwe bi jiyînê re dibine.
Hew bi hêzek mezin, ji ber ku em hemû “ mehkûmên însanbûna xwe ne”, ji van çîrokan bêguman tiştin para her kesî dikevin.
Ji Murat Özyaşar, pirtukek ewilî û biserketî… “Wexta ku min cara ewilî çîrokên Murat Özyaşar xwend di wê kêliyê de min fahm kiribû ku ew ê di nav çîrokvanên di çaxa xwe de, teqez wê bê hilbijartin. Ew ji navenda rojhilatê derketibû û werekbûnek li ser wî hebû ku dikare xwe berra nav mû-damarên wêjeyê bide. Wî pirr zû bi her du çavên xwe dîtibû ku encax bi xwe berra nav kurbûna nivîs û wejeyê de mirov dikare ji hemû aciziya jiyîna, ku timî astenga li ber çanda ku ew jê hatiye afirandin derdixe, xwe xelas bike.”
Semih Gümüş