banner
Seyad Qulinge Birindar

Seyad Qulinge Birindar

Ev pirtûk serpêhatiyên pir taybet û antika yên Seyadê Şame ne. Seyade Şame, ji Radyoya Rewanê, ji kilama “Apo/Esmer Eman” tê nasîn. Şair û dengbêj Seyadê Şame nixuriyê malbata Şameyê Kekê ye. Pey zarotiyê, xortaniyekê gelekî dijwar derdikeve pêşiya wî, jîyana wî bi macera û meselên nedîtî nebînayî ve tê pêçan û neqişandin.
Maceraya Seyad ber bi xortaniyê, derûdorên 17–18 salên xwe, 1940an da, ji Bazîdê despêdike. Rêya wî ewil bi tîcaretê, peyra jî çarûneçar bi sîyasetê, bi polês û jendirman, bi mehkemeyan dialiqe; ji hepisxana Erziromê bi çend hevalên xwe, zivistanekî xedar da direvîn, 26 şev û rojan şunda xwe digîhînîn Îranê. Wê deme Îran bin dagirkeriya Ûris da bû. Rêya Seyad ji Îranê ber bi Sîbîryayê difetile. 9 salan qanpên hesîran, lagiran da dimîne, dibe “ta û derzî”, heya mirina Sitalîn bi halekî xirab da dijî.
Seyad, pey hurşandina Sovyetan, rê–dirp û derfet dibine, 1992an da tê xwe digîhîne welat, tê ku jiyan ne wekê 47 sal berê ye, dê û bav, gelekî mezinên nas koça xwe barkirin e, lêdan e û çûn e. Lê heval û hogirên wî, Bazîdîyan û Celalîyan wî û stranê wî ji bîr nekirin e. Bazîdiyan gelekî qedir û qiymetê wî digrin, dengbêjên xwe, bi maqulî, wakê zarokekê xwe, bi dil û can hembêz dikin.
Seyad qulingekî birindar bû. Bi gotina wî bêjim; “qedera wî reş bû, feleka wî xayîn bû.” Ji Zulfînaza jina xwe, ji malbata xwe, ji heval û hogiran qetya bû, nalenala–zarezara wî bû. Lê axirîya emir, 47 sal şunda vegeryabû welat, ser hêluna kalûbavan. Wê vegerandina diramatîk da gelekî tiştnên nazik û ecêp qewimîn.
Gelî xwendevanên delal, wan bûyeran hûnê yeqîn bi meraq û dilovanî bixwenin…

Liste Fiyatı: 50,00
Yayın Tarihi: 09.05.2017
ISBN: 9786059073349
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 160
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13.5 x 21 cm

Bu üründen 2 adet satın alınmıştır.

Fiyat Geçmişi: Product Price History Thumb
banner

loading
Bu kitaba link vermek için alttaki html kodu web sayfanıza koyabilirsiniz;

<a href="https://www.kitapyurdu.com/kitap/seyad-qulinge-birindar-/425509.html"> <img src="https://img.kitapyurdu.com/v1/getImage/fn:3760267/wi:85/wh:true" alt="www.kitapyurdu.com'dan satın al" border=0></a>
banner
banner
banner
loading
banner
banner