banner
Analiza Qewlen Ezdiyan

Analiza Qewlen Ezdiyan

Kitêba Xanna Omerxalî û Kovan Xankî ‘’Analîza Qewlên Êzdiyan’’ di nav weşanên Avesta de derket.
Ev kitêb di derbarê pirsa girîftar a metoda analîzkirina tekstên dînî yên êzdiyatiyê de ye. Ji bo baştir nîşankirina nîqaşê, şiroveyeke Qewlê Omer Xala û Hesin Çinêrî tê bikaranîn. Piranî daneyên kitêbê ji lêkolînên qadî yên bi êzdiyên li Ermenistan, Iraq û Almanyayê hatine kirin tên, û ev jî yekem pêşkêşiya zanistî ya encaman e.
Hemû danêrên xebatê temsîlkarê rûhaniya êzdiyan in ku piraniya wan ji kasta Pîran tên û ew jî ji mala Omerxaliyan e ku malbatên vê malê agahiyên derheqê avakerên xwe de parastine. Pêşgotina kitêbê teqdîmeke giştî ya şerha olî ya êzdiyatiyê dide xwendevanan ku nivîskar hinek agahiyên bingehîn derdide ji bo şirovekirina nivîsarên dînî yên êzdiyatiyê. Kitêb zêdetir ji bo rojhilatnasan, zanayên lêkolînên olî, êzdînasan, û ji bo gelek xwedavanên ku meraqeke wan heye li ser lêkolînên kurdî û lêkolînên olî yên hevçerx.

Bedelê Feqîr Hecî di pêşgotina kitêbê de wiha dibêje:
Ev berhema li ber destê me ya ku hêja û birêzan Dr. Xanna Omerxalî û Kovan Xankî pê rabûyîn, şirovekirin û lêkolîn û toyîjandineke edebî, dîrokî, rexneyî derbarê tekstekî dînê êzdiyan de ye. Di vê lêkolînê de cara pêşiyê mêtodeke ravekirina tekstên dînî yên Qewlên êzdiyan wek nimûnekî edebê ola êzdiyatiyê tê diyarkirinê ser analîza Qewlê Omer Xala û Hesin Çinêrî da.
Ev lêkolîne hewilan û pêngaveke here nû, serkeftî, zanistî û babetane ye di warê şirovekirina têkistên dînê êzdiyan de, ez bawer im di pêşerojê da sud û mifayeke mezin dê ji vê lêkolînê ête wergirtin ku bi heman rêk û şêwê tekstên din jî bêne toyîjandin û şirovekirin.
Bi nêrîna min, ev kitêb dikare ne tenê kêrî olzan, ulmdar û qewlbêja bê, lê weha jî kêrhatina vê berhemê boy wan xwendevanan yên ku hewcê zanebûna edebê dînê êzdiyan û dîroka edebê kurdî ne, ber bi çav e.

Liste Fiyatı: 130,00
Yayın Tarihi: 02.11.2009
ISBN: 9789944382939
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 192
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13 x 19.5 cm

Bu üründen 12 adet satın alınmıştır.

Fiyat Geçmişi: Product Price History Thumb
Platin Üye olarak kargo ücreti ödemeden ekstra indirimli alışveriş yapabilirsiniz.
Üstelik yalnızca kazandığınız puanlarınızla ekstra ayrıcalıklara sahip olabilirsiniz.
Platin ÃœyeliÄŸi Hemen BaÅŸlat
Platine Özel Fiyat: 89,70
banner

loading
Bu kitaba link vermek için alttaki html kodu web sayfanıza koyabilirsiniz;

<a href="https://www.kitapyurdu.com/kitap/analiza-qewlen-ezdiyan/139197.html"> <img src="https://img.kitapyurdu.com/v1/getImage/fn:121628/wi:85/wh:true" alt="www.kitapyurdu.com'dan satın al" border=0></a>
banner
banner
banner
loading
banner
banner