Antolojiya Edebiyata Kurdî 1

Heke meriv rewşa zimanê kurdî ya sedsala bîstemîn bîne ber çavan; hingê meriv dibîne û têdigihe ku pêrgî gelekî astengî, qedexe û zordariyê hatiye, tevî vê yekê jî meriv lê dinihêre ku nivîskar û şahîrên kurdî, di her şert û mercî de, bêrawest, di nava geremol û dijwarî; di bin gef û tehdîdên hewçend giran yên serdestan de her berhem afiandine û her weha nîşan dane ku zimanê kurdî bi qîma xwe tê û ew ne kêmî zimanên cîran û biyanan e. 
Uzun, di destpêka sirgûniya xwe de, wextê ku yek ji gerînendeyên kovara Kurdistan Pressê ye, hewcedarî bi lihevkomkirina nivîskarên kurd yên her parçeyî û bi danasîna wan, berhem û xebatên wan yên edebî aniye û dest bi xebatê kiriye. Her ku çûye ev xebata danasînê qulipiye ser fikreke kûr û qehîmtir. Piştî tevlibûna xebata çend salên din, ev antolojî hatiye pê. Ev xebata dûr û dirêj, di tarîxa nêz ya Edebiyata Kurdî de, gav û tevgereke gelekî berbiçavtirîn e, ji bo ziman û edebiyateke kevnare dikare bibe hereketeke gelekî nû û nûjen.
Antolojiya Edebiyata Kurdî, ne bi tenê berhemên nivîskar û şahîrên kurd dide nasîn, her weha ew bi her awayî pirekê di navbera nivîskar, şahîr û xwendeyên kurd de ava dike û wan her nêzîkê hevûdu dike.
Liste Fiyatı: 300,00TL
Yayın Tarihi: 12.11.2021
ISBN: 9786257370516
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 415
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13.5 x 21 cm
Bu üründen 26 adet satın alındı.
Kitapyurdu Fiyatı:
214,50TL
Kazanacağınız Puan: 430
Genellikle 3-5 gün içinde kargoya verilir.
Platin Üyelere Özel Fiyat
193,05TL
Okuma Listeleri:
1 kişi
0 kişi
0 kişi