Bira Qedere

Bîra Qederê ji şanzdeh fotografên binemaliya mîrê kurd Bedir-Xan pêk tê û bi mirinê dest bi vegotinê dike. Piştî mirina Celadet Beg êdî fotografên ku li pey wî mane dipeyivin. Jiyana wî ya ku di destpêkê de qurmiçî bû, bi carekê ve jîndar dibe û vediguheze jiyaneke têkel û rengîn. Di serê sedsala bîstemîn de, Stembola ku kozmopolît e, her texlît milet û mirovî di paxila xwe de dihewîne; dibe warê Celadetê pêşîn ê jiyanê. Paşê, ew jî mîna gelek welatî, nêz û nasên xwe dibe mişextî, ji welatê xwe bi dûr dikeve, dibe sirgûn. Saraya Osmanî û Bab-i Alî, Pira Galatayê û Taxa Kadikoyê, Şerê Cîhanê, kovara Hawar û Ronahiya ku dengvedana wan li Şamê deng vedide û dengê zimanê kurdî digihîne çar aliyê dinê, dibe yek ji wan fotograf û sûretên berbiçavtirîn ên romanê. Seranserê jiyana Celadet Beg, bi her awayî ve dibe navenda têkoşîn û zanîn, trajedî û evîn, warê keser û berxwedanê.
Ürün Alternatifleri
İTHAKİ YAYINLARI İTHAKİ YAYINLARI
Liste Fiyatı: 350,00TL
Yayın Tarihi: 12.10.2020
ISBN: 6057728692
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 360
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13.5 x 19.5 cm
Bu üründen 44 adet satın alındı.
Kitapyurdu Fiyatı:
220,35TL
Kazanacağınız Puan: 490
Genellikle 3-5 gün içinde kargoya verilir.
Okuma Listeleri:
1 kişi
0 kişi
1 kişi