banner
Bişenga Deşta Dur

Bişenga Deşta Dur

“Tu jî bibêje, stû xwar, çav li tavê, li ber zêrînavê, vê gavê wê gavê, melisî li ser sîngê deşta xilmaşî ya warê arzebê, eslê te yê nepenî li taldeyên şaxên spîndarê!”
Bîşenga Deşta Dûr, duyemîn pirtûka helbestan a Kawa Nemirê helbestkarê pirtûkên helbestan ên bi navê Selpakfiroş (Rewşen-Name, Stembol, 2003; Lîs, Amed, 2014), Salname (Lîs, Amed, 2009) û Bêdengî û Tiştên Din (Lîs, Amed, 2012) û nivîskarê pirtûka kurteçîrokan a bi navê Çavdêriyên Barbarekî (Lîs, Amed, 2009) û di Kürtçe de wergêrê berhemên William Butler Yeats, Walt Whitman, T. S. Eliot, Ezra Pound, T. E. Hulme, William Shakespeare, Emily Dickinson, William Blake, Tennessee Williams, Yavuz Ekinci, Herman Melville û Stephen Crane, 49 helbestan bi xwe ve digire. Li dereke ku tixûbên kurteçîrok, roman û rexneya Kürtçe bi erênî û nerênî têne gotûbêjkirin, bi awayekî dîrokî hema hema her kes hevbîr e ku kelepora helbesta zimanê Kürtçe, zaravayê Kurmancî, li gorî bi sedan zimanên cîhanê yên zindî têrtijî ye û ji alîyê naverokê, hêz û şîyana poetîk ve li ser asteke bilind e, ku keşkola Kürtçe û Kürtçenîyê, çi klasîk çi nûjen, bi “helbesteke berfireh” mişt e. Di vê çarçoveyê de, helbesta ku Kawa Nemir heta niha nivîsîye û dinivîse, ji alîyê bihûrgilîbûna xwe, pevgirêdanên xwe yên xurt ên li gel rabirdûyê, îroyê û sercema kelepora Kürtçe, nûjenîya xwe û dijwarîya zimanê xwe ve her tê gotûbêjkirin, lê bi şikra îro, van gotûbêjan rê li ber sînerjîyeke hêjayî behsê xweş kirine. Kawa Nemirê ku temenê xwe daye ber “devjenîyeke estetîk a civakî, evînî û takekesî”, bi rêya teknîkên poetîkayê yên ku ji disîplînên hunerê yên wekî sînema, wênekêşî, wênesazî û muzîkê dizên û tên beşdarî qewareya helbestê dibin, bi bînayîya xwe ya mişt bizav, a ku bi xwendinekê du xwendinan xwe eşkere nake, çi kurt çi dirêj, helbesteke bêhnfireh diafirîne, gelek risteyên wî silavan dişînin ji helbestkarên mezin ên mîna T. S. Eliot û Yannis Ritsos re.

Liste Fiyatı: 200,00
Yayın Tarihi: 01.01.2006
ISBN: 9786059295543
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 90
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 12 x 21 cm

Bu üründen 9 adet satın alınmıştır.

Kitapyurdu Fiyatı:
143,00

Genellikle 5-7 gün içinde kargoya verilir.?

Sepete Ekle

Kazanacağınız Puan: 200

Fiyat Geçmişi: Product Price History Thumb
Platin Üye olarak kargo ücreti ödemeden ekstra indirimli alışveriş yapabilirsiniz.
Üstelik yalnızca kazandığınız puanlarınızla ekstra ayrıcalıklara sahip olabilirsiniz.
Platin Üyeliği Hemen Başlat
Platine Özel Fiyat: 128,70
banner

loading
banner
banner
banner
loading
banner
banner