banner
Çemê Stranan & Gotin, Nota û Çîrokên Stranan

Çemê Stranan Gotin, Nota û Çîrokên Stranan

Beriya salan li çiyayên Kurdistanê em komeke heval û hogir li hev civiyabûn. Li dorhêla me zinarên asê, li nav sînga zinaran çemek diherikî bi gurmegurma mizgîniya biharê re. Em bi civat bûn li gel hevalan, bi derd û kulên welat de ketibûn. Lewma dem di bin barê êş, azar û hêviyê de giran giran diherikî. Lê şahiya me jî kêm nedibû. Geh me govend digerand, geh awazeke hêviyê serî radikir li çiyayan, geh em dibûn helbestek li ber têhna agir, li binê taveheyvê. Li berêvareke vî zemanî, dema roj diçû ava, hew min dengek bihîst ji wî milê newalê. Ji binê dareke berûyê dengê sazekê dihat, pê re jî dengekî dilgir û aza tevlî xumxuma çem dibû. Min qesta stranê kir, berê xwe da dara berû û meşiyam. Jineke ciwan di hembêza wê de saz, distirî. Çi bê hempa bû ew kêlî, çend xweş bû. Ma kî dizane, belkî lewma stran hene; ji bo demên bêşîrove bên vegotin. Ew deng û awaz ya Bermalê bû, xwe dabû ber dara berû û distirî. Min guh da wî dengî û pê re jî dil. Ji wê rojê ve bê navber Bermal strana dilê xwe, strana dilê me û strana çiyayiyan distirê. Strana Bermalê bilind e, zîz û asê ye, her weke çiyayên welat e. Kûr e dengê wê, ji binê bîra zeman diqêre gotinên dapîr û bapîran. Gotina wê ristika li gerdena çiyayiyan e, bazind li zenda zinariyan e. Rîtma wê zengila dilê şervanan e, ji Zagrosan heta Botan û Dêrsimê, miriyan ji xewê şiyar dike, pakrewanan oxir dike. Çiyayiya me, stranên dilê me distirê. Ji yên çûyî, ji yên li vir û yên bên berhev dike êş, hêvî û azadiyê…
 
Gülistan Çiya İke

Liste Fiyatı: 200,00
Yayın Tarihi: 25.08.2023
ISBN: 9786259969817
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 176
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 16 x 24 cm

Bu üründen 2 adet satın alınmıştır.

Kitapyurdu Fiyatı:
143,00

24 Saatte Kargoda? Stokta 1 ürün var

Sepete Ekle

Kazanacağınız Puan: 258

Fiyat Geçmişi: Product Price History Thumb
Platin Üye olarak kargo ücreti ödemeden ekstra indirimli alışveriş yapabilirsiniz.
Üstelik yalnızca kazandığınız puanlarınızla ekstra ayrıcalıklara sahip olabilirsiniz.
Platin Üyeliği Hemen Başlat
Platine Özel Fiyat: 128,70
banner

loading
Bu kitaba link vermek için alttaki html kodu web sayfanıza koyabilirsiniz;

<a href="https://www.kitapyurdu.com/kitap/cem-stranan-gotin-nota-u-cirokn-stranan/657428.html"> <img src="https://img.kitapyurdu.com/v1/getImage/fn:11759820/wi:85/wh:true" alt="www.kitapyurdu.com'dan satın al" border=0></a>
banner
banner
banner
loading
banner
banner