banner
Destpêka Romana Kurdî

Destpêka Romana Kurdî

Dema em behsa edebiyata êwra Kavkazê dikin bêguman em behsa êwra ku di navbeyna salên 1920î û 1991ê de, di nav tixûbên Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê (YKSS) de, li van sê welatan; Ermenistan, Gurcistan û Azerbeycanê bişkiviye, dikin. Ji ber ku navê erdnîgariya ku dikeve nav sînorên van her sê dewletên navborî, (Pişt)Kavkaz e. Ev her du tarîx jî destpêka damezirendina YKSSyê û dawîlêhatina wê ne û teqabulî 71 salan dike ku ji bo geşedana edebiyata zimanekî demeke pir girîng û biqîmet e. Lê divê em vê yekê jî wekî nîşeyekî lê zêde bikin ku berhemdariya êwra Kavkazê piştî hilweşîna YKSSyê jî berdewam kiriye. Wekî mînak; novellaya Ahmedê Hepo ya bi navê Bawerî di sala 1990î û romana wî ya bi navê Birîn di sala 1996an de; ango yek beriya hilweşîna Sovyetê û yek jî pîştî wê li Bakûyê hatine weşandin. Her weha berhemên hin nivîskarên ku ji erdnîgariya Kavkazê ne, li wê derê hatine dinyayê, perwerde bûne û hin ji berhemên xwe li ser wê axê weşandine, piştî hilweşîna Sovyetê hinek ji berhemên wan cara ‘ewil li derveyî wê erdnîgariyê hatine weşandin. Wekî mînak; romana Tosinê Reşîd Mestûre, di sala 2005an de li Hewlêrê çap bûye. Îja ji bo ku cureya romanê di edebiyata êwra Kavkazê de cihekî girîng digire û destpêk û dergûşa romana kurdî ev êwr e, berî ku em behsa vê xebata xwe bikin bi qasî ku me tesbît kirin em ê navên romannûs, roman û novellayên êwra Kavkazê ji destpêkê heta niha wekî lîste li jêr rêz bikin. 

Liste Fiyatı: 260,00
Yayın Tarihi: 23.02.2024
ISBN: 9786050645149
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 224
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 14 x 21 cm

Bu üründen 2 adet satın alınmıştır.

Fiyat Geçmişi: Product Price History Thumb
Platin Üye olarak kargo ücreti ödemeden ekstra indirimli alışveriş yapabilirsiniz.
Üstelik yalnızca kazandığınız puanlarınızla ekstra ayrıcalıklara sahip olabilirsiniz.
Platin Üyeliği Hemen Başlat
Platine Özel Fiyat: 187,20
banner

loading
banner
banner
banner
loading
banner
banner