Pirtûka Melayê Cizîrî ya herî menşûr, ev Dîwan e. Belam berhemên wî wekî din hebin-nebin me ageh jê nîne. Lê gelek helbestên wî hene, ku ne ji yên Dîwanê ne û li nav xelkê belav bûne. Her beşeke Dîvanê bi serê xwe zanistiyek e; ji tarixe bigir heta felsefê, ji barbariya Cengiz û Tîmûrleng heta teorie lqlîdes û Istoqusê Yûnanî, ji astronomiyê hetâ tevgera Iqlîdes û Istoqusê Yûnanî, ji astronomiyê heta tevgera dinyayê û ji gelek tiştên wisa yên din behs dike. Erê Dîwana Cizîrî di ware zimanê kurdî de jî, gencîneyeke pir dewlemend e.