banner
Dîwana Şêxê Sena'nî Bi Xezela Feqehê Teyra Û Xengînê Xanî

Dîwana Şêxê Sena'nî Bi Xezela Feqehê Teyra Û Xengînê Xanî

Çîroka Şêxê Sen‘anî bi gelek alîyê xwe ve bala meriv dikêşe ser xwe. Ev çîroka ku bi xêra Feqîyê Teyran cihê xwe di nav wêjeya Kurdî de dîtîye, di roja me ya îroyîn de jî bi gelek şêweyên xwe ve dertê pêşberî me. Ev berhema ber destê me ya bi navê Dîwana Şêxê Sen‘anî Bi Xezela Feqehê Teyra û Xemgînê Xanîjî yek ji van xebatan e ku di serdema modern ya edebîyata Kurdî de derketîye holê. Ev berhema han a menzûm ji alîyê Mela Nûrî (w.2008) ve hatîye amadekirin ku navê wî yê mustear Xemgînê Xanî ye û di vê pirtûkê de weke Xemgîn derbas dibe. Divê bê gotin ku Mela Nûrî weke Seyîd Nûrî jî tê naskirin. Ev berhem, bi terza xwe ve meriv dikare bibêje ji nezîreyê wêdetir mîna tekmîleyê tê xuyakirin. Çiku “nezîre, ji helbestek e ku helbestvanekî din bi heman şekl, wezn, qafîye û redîfê ve ji helbesta helbestvanekî re wek nezîre ango mînak çêkirîye” re tê gotin. Lê dema meriv li vê xebata Xemgîn dinihêre dibîne ku ew ne di wê îddîayê de ye ku derê pêşmuqabilê Feqîyê Teyran û ji helbesta wî re nêzîreyê çêbikê. Berevajî vê Xemgîn bi awayekî rêzdarî li helbesta Feqî dinêre û ji vê qesîdeya wî re tekmîleyekî/temamkerekî çêdike. Tekmîle jî, ji alîyê naverok an jî kronolojîyê ve temamkirina pirtûkekê ye ango curexebateke ku ji bo kêmasîyên berhemekî bên sererastkirin an zêdekirin lê bê çêkirin an jî, ger guncav be, jêderxistin lê bê çêkirin e. Lewma jî dema meriv li berhemê mêze dike dibînê ku ew cihên an jî serborîyên ku Feqî behs nekirine an jî rasterast di ser re derbas bûye Xemgîn tespît kirîye, bi heman şêweyî behsa wan kirîye û ew qul û qusûr ji holê rakirîye. 

Liste Fiyatı: 120,00
Yayın Tarihi: 26.02.2024
ISBN: 9786257568869
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 198
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13 x 21 cm
Kitapyurdu Fiyatı:
82,50

24 Saatte Kargoda? Stokta 2 ürün var

Sepete Ekle

Kazanacağınız Puan: 166

Fiyat Geçmişi: Product Price History Thumb
Platin Üye olarak kargo ücreti ödemeden ekstra indirimli alışveriş yapabilirsiniz.
Üstelik yalnızca kazandığınız puanlarınızla ekstra ayrıcalıklara sahip olabilirsiniz.
Platin Üyeliği Hemen Başlat
Platine Özel Fiyat: 75,90
banner

loading
Bu kitaba link vermek için alttaki html kodu web sayfanıza koyabilirsiniz;

<a href="https://www.kitapyurdu.com/kitap/diwana-sx-senani-bi-xezela-feqeh-teyra-u-xengin-xani/676102.html"> <img src="https://img.kitapyurdu.com/v1/getImage/fn:11856776/wi:85/wh:true" alt="www.kitapyurdu.com'dan satın al" border=0></a>
banner
banner
banner
loading
banner
banner