“Pirr berê, ji wextê keştiyên ba’yê ve gava masîvanan li behr’ên bakûr masîvaniyê kirine xwestine masiyên girr zindî bigîhînin sûkê. Ji bo vê jî ji textan hewzên mezin çêkirine û masiyan ji xistine nava hewzê û birine sukê. Lê bele arîşeyek derketiye. Ji ber masi di wan hewza de bê tevger dimînîn heya wan digînin sûkê masî nermixî dibin û ji zindîbûna wan tişkî namîne. Masîvanan ji bo pêşiya veya bigrin masîpisîkan davêjin nava hewzê. Di rê de masîpisîk pişt, qemçik û serên masiyên dine gez dikin. Masiyên mezin ji bêgavî heya sûkê direvin û tevdidin xwe. Bi vî ewayî sax û zindî digîhîjin sûkê.” Îja helbestvan bi helbesta xwe civakê gez dike û wê di diqdiqîne ji bo sax û şiyar pêşve here. Ramazan kavak, di pirtûka xwe ya duyem de jî hem wek pisîkmasî me gez dike û hem Ji hêmayan newayan çêdike û kêliyên jiyanê di kerrika guhên me de vedibêje; di berkurka demên xitimî de, lîlanên pelişî di paxila tirsê de hawarên xeriqî rojimêrên bêhiş, seatên bedbin, hûrdemên perçiqî çend demsal, û sedsal bihûrîn dîsa, axx dîsa, |