banner
Guzereş

Guzereş

Berê nivîs hebû!..
Ev demek bû, hizrên wî gêre pê re dikir.  Aya, hevîrtirşê nivîştara mirovan bi axa mirovan vestirîye. An mirov, tenê xwendinek e û nivîsa jiyana xwe bi xwe lêdike? Pirsan ew xistibû gêjevankê.
Wisa bû heçku aqil û sewdaya xwe li derekê winda kiribe -belkî jî jibîr kiribe- û heta ku wê nebîne ti hedra wî nebe, çu tebat û sebat nediketê. Heta wê rojê birûskek jê re jenî.  Ew roja kelegerm.
Ev demeke dirêj e Hoşeng ji xwe re gazinan dike; Bo çi jiyan jê re temendî şikefteke xirt û xalî sar têt? Bo çi dengên ruh û dilê wî wekî reşreşokên şevê di şikefta serê wî de deng vedidin û mejiyê wî wekî hestiyekê dikojin, bo çi? Hoşeng, dike nake vê heyama jiyana xwe çi tahm û xweşiyê, çi tîn û geşahiyê ji rojgara xwe wernagire. “Bo çi?” dibû giloka pirsan û li teşiya hişê wî dialiya; her çendî dirêsa, ta û ben jêk netînane derê. Bo dilê xwe digot; tu jî heq î dilo tu jî, tu jî gûzên xwe li ser dilê min ê reben dişkênî... 
Tunebê, di kûrahiyan de li kevî û perrên dilê wî, çizirînên kewgirtî birûsk vedida û wekî pîvok û berfîna destê biharê; çawa bi tîna rojê dihese û dizane ku êdî wext e bibişkive, wî jî, di van çaledizên nepenî yên kûrahiya dilê xwe de wisa hest bi pêşhatina lêqewmîneke nepayî û çaverênekirî dikir. Welê bû, heçku ha ha ye dê delîvek lê vebe û dê ji nişkê ve ji ta û werîsê vê kamkojiya rojgara bêhnfetisok biqete û dilê wî, wekî kanîbihariyekê bi heyteholeke boş bizê û bi ser ruhê wî de, avsarkên tezî biherikîne. Wî, hest pê dikir, dengên nivîştara wî li ber hilatinê ne. Welê ye, dê ronahîya xwe şulhe şulhe bi ser de bibiriqîne. Dê zîro û zîwanên berçimka dilê wî bi carekê de bimale û ruhê wî geş bike.  

Liste Fiyatı: 150,00
Yayın Tarihi: 01.01.2022
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 261
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13.5 x 21 cm
Kitapyurdu Fiyatı:
103,13

24 Saatte Kargoda? Stokta 2 ürün var

Sepete Ekle

Kazanacağınız Puan: 206

Fiyat Geçmişi: Product Price History Thumb
Platin Üye olarak kargo ücreti ödemeden ekstra indirimli alışveriş yapabilirsiniz.
Üstelik yalnızca kazandığınız puanlarınızla ekstra ayrıcalıklara sahip olabilirsiniz.
Platin Üyeliği Hemen Başlat
Platine Özel Fiyat: 94,88
banner

loading
Bu kitaba link vermek için alttaki html kodu web sayfanıza koyabilirsiniz;

<a href="https://www.kitapyurdu.com/kitap/guzeres/678671.html"> <img src="https://img.kitapyurdu.com/v1/getImage/fn:11871550/wi:85/wh:true" alt="www.kitapyurdu.com'dan satın al" border=0></a>
banner
banner
banner
loading
banner
banner