Hejarino

Di berhevoka helbestan a bi navê “Hejarino” de, Xelîl Dihokî peyv bi awayekî xwezayî, henûn û bêyî ku wan biêşîne berhev kirine û hevalbendîyeke dostane di navbera wan de saz kiriye. Her risteyeke helbestê panoramayeke çeleng û karîger di asoya xwendevên de dişayesîne. Bi vê hêzê jî dibe sedema bextewerîyê ji bo xwendevanan. Wekî ku mirov li zozanên Fereşînê li ber bayê êvara dereng hênik bibe, aramîyekê diherikîne li mêrga xemgînîya dil.
Taybetmendîyeke din a Xelîl Dihokî ew e ku her hêmayeke wî rasterast ji tore û kelepora Kürtçe hatiye pê. An ku ew xwîner û çavdêrekî baş ê jîyan, serpêhatî, rabûn û rûniştin û êş û xemên gelê xwe ye. Di her helbesteke wî de, em rastî jarî, rebenî, berxwedêrî û dilsozîya gelê Kurd tên ku ev bi sedên salan e li ser axa xwe ji azadî û rizgarîya xwe hatiye bêparhiştin.
Di helbestên Xelîl Dihokî de, hêvîyeke xurt û dilêr wekî berfîneke ku biharê vebûbe, di dawîya her helbestê de serî radike û hiltê.
Helbesta Xelîl Dihokî çîroka rabihurî, îro û dahatîya Kurdan e ku ev şengerenga helbesta netewetîyê ye.
Liste Fiyatı: 220,00TL
Yayın Tarihi: 01.01.2011
ISBN: 9786054497201
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 104
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13.5 x 19.5 cm
Kitapyurdu Fiyatı:
157,30TL
Kazanacağınız Puan: 186
Genellikle 5-7 gün içinde kargoya verilir.
Platin Üyelere Özel Fiyat
141,57TL
Okuma Listeleri:
0 kişi
0 kişi
0 kişi