banner
Jînevîn

Jînevîn

"Di vê romanê da ligel berxwedanê qêrîn û feryada civateke qedîm bilind dibe, Komek însanên Zerdeştî û Ezîdî dixwazin hikmê bêdengiya jiyanê bişkênin, çerxa felekê perçe bikin, ew hest û ramanên hezkirina jiyanê bidin xuyakirin û ji ber ku welatê wan hatiye dagirkirin, dixwazin şîverêkekê di binê erdê de, ji jiyan û evînên azad re vebikin. Lewma civat weke pepûleyên şevê, li şûna ku ji xwe re li çirayekê bigerin, neçar in ku, bi enerjiya ku ji rojê digrin, di tarîtiyê de bikin şewqa ku, me jî ronî bike  û bi vê ronkahiyê ve di şîverêka têkoşina xwe de bimeşine."
 
Gelo, karakterên netewan jî heye? Heke mirov vê pirse ji xwe bike bê guman mikurhatinek dîrokîye ji bo pêşerojan.
Çi bawerîya olî yan jî çi berxwedanê netewekê, kevneşopîyên gelekî nîşanên taybetmendîyên karakterê wî, di qada jîyanê de dîyar e.
Ne îro ne jî duh, ji bo kurdan navê roja qîyametê, “komkujî” ye bi destê neyarên qewmê çîyayî hîn jî berdewam e.
 
Bêtîfaqîyê herdem pîşta wan şikandîye, nakokî bûye amûra xirabîyê ketîye destê neyaran, weke şûrê li ser serê Demokles hîn jî li ser serên wan e.
 Ev berhem belgeyek e, pelên dîrokê yên qirêj diçirîne û dibe şîmaqek xwe li rûyê şaristanîyê dixe.
Wekî tê zanîn her dawîya demekê despêkekê bi xwe re tîne, şikefteke xalî dibe vejîna pêxemberekî. Ahura Mazda ji çîyayê Elbrûzê heya Şengalê roj wekî taca zêrîn bi rêbertîya Zerdeştê Kal dîyarî gelên Mîtrayî kirîye.
Hîn jî di guhê gelên Êzdî de fermanên Yezdanê dilovan e li Avesta ya pîroz neqişandîye û bi vê zanistîyê ji bo agirê jîyanê herdem vêxistî bimîne, Êzîdxanê tim li ser pîya be û çiraya Laleşa Nûranî tim vêxistîbe.
  Nivîskar bi vê berhema xwe; me bi kevneşopîyên civata Êzdî dihisîne, jîyaneke bi rûmet û hevpar çawa pêkbîne, bi pêşengîya jinê bi bawerkirina rastîya jîyana ekolojîk çawa ji nû ve avadibe li ber çavan raxistîye.
                                                                                              Gula Almastê

Liste Fiyatı: 250,00
Yayın Tarihi: 17.04.2023
ISBN: 9786057351982
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 302
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13.5 x 19.5 cm
Kitapyurdu Fiyatı:
178,75

Genellikle 3-5 gün içinde kargoya verilir.?

Sepete Ekle

Kazanacağınız Puan: 214

Fiyat Geçmişi: Product Price History Thumb
Platin Üye olarak kargo ücreti ödemeden ekstra indirimli alışveriş yapabilirsiniz.
Üstelik yalnızca kazandığınız puanlarınızla ekstra ayrıcalıklara sahip olabilirsiniz.
Platin Üyeliği Hemen Başlat
Platine Özel Fiyat: 160,88
banner

loading
banner
banner
banner
loading
banner
banner