Ne Okusam Listeleri:

Keleh

“Keleh”a Franz Kafka bi wergera Fatih Aydin êdî bi kurdî ye. Di dorê de berhemên din hene.
“Ji xeynî min tu kêmasiyên min nînin” dibêje Franz Kafka di derheq xwe de. Albert Camûsê ku hema bêje li her derê navê wî bi hebûnweriya Jean-Paul Sartre re tê hilanîn jî wiha dibêje derheq Kafka de; “Nivîskarê ku me dibe dawiya sînorên fikra mirovahiyê.” Baş lê kesekî ku problema wî kêmahisa wî bi xwe be, ew xwe bi awayekî ‘tune’ bihesibîne dê çawa me bibe sînorên dawîn ên mirovahiyê? Nebe ku bersiva lêpirsînên me di vê berhemê de bin?
"Ji evîna me re aramî nîne, xeyal dikim, tirbekê disêwirim. Tirbeke kûr û teng ku em tê de mîna kelbetanan hevûdu hemêz bikin, ez rûyê xwe di rûyê te de, tu rûyê xwe di rûyê min de veşêrî û êdî tu kes qet nikare me bibîne."
"-Li ba me kêmahiya rêzgirtina li hember meqaman tune, ne ku te jî ew bixwe got.
- Lê ew rêzgirtineke şaş e, got K. Rêzgirtineke nelicih, rêzgirtinên wiha, tiştê ku rêz lê tê girtin piçûk dike."
"Min carê bihîstibû ku xortekî ciwan şev û roj bi fikirîna kelehê re meşxûl dibûye, tu tiştî din qet ne xema wî bûye, çima ku hiş û aqilê wî tim li ser kelehê bûye, êdî ji silametiya aqilê wî dihatiye tirsîn. Lê axirî ew aşkere bû ku esasen aqilê wî ne li kelehê, lêbelê tenê li keçikeke feraxşo ya li rêvebiriyê bûye, û gava ku ew gihîştiye wê, her tişt dîsa rind bûye."
 
Liste Fiyatı: 450,00TL
Çevirmen: Fatih Aydın
Yayın Tarihi: 31.12.2019
ISBN: 6059082778
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 352
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13.5 x 19.5 cm
Kitapyurdu Fiyatı:
337,50TL
Kazanacağınız Puan: 450
SATIŞ VAR (Geçici Olarak Temin Edilemiyor)
Platin Üyelere Özel Fiyat
310,50TL
Okuma Listeleri:
1 kişi
0 kişi
0 kişi