banner
Koronatopia

Koronatopia

Koronatopia, hem bi naveroka xwe hem bi şêwaza xwe, berhemeke yekta ye di qada xwe de û hêviyên me yên li ser metnên fikrî yên di kurdî de geş dike.
 
Kitêba Aram Warnas “Koronatopia” derket.
 
“Me careke din dît ku mal/war/welat cihê  mêvanperweriyê nîn in. Gava karesatek çêbû, her kes xwe dide paş û vedigere malên/warên/welatên xwe. Tu kes nabe cîranê  hev. Piştî şerên sedsala 20emîn, wateya malê (war û welat) êdî nemaye. Rojên karantînayê jî ev xale çêtir hate têgihiştin ku tu kes “mal” êdî wekî cihekî nasyar nabîne. Rêya vê dizanin bes li ser vê tu tiştî hîs nakin. Lewma nizanin dê çawa di nava malê de jiyaneke nû careke din ava bikin.”
Ev kitêba ji çendîn gotarên fikrî pêk hatî, di ser koronavîrusê re berê xwe dide têgihên wekî grotesk, kozmopolîtîzm, mêvanperwerî, conatus, panoptîkon, Lîvyatan, bergiriya komî, biyodesthilatî, biyopolîtîka, khronos, kairos, khora, flaneur, thanatos, eros, pharmakon, rhizome, pedagojî û kollapsolojiyê û ji gelek aliyan ve li vê arîşeya heyî hûr dibe. Ne tenê metneke felsefî ye, her weha bi xwendin û nerînên cuda yên sînema, edebiyat, zimannasî (zimanbazî!), siyaset û jiyana me ya rojane re me vedixwîne danûstandineke nav-dîsîplînî.
Koronatopia, hem bi naveroka xwe hem bi şêwaza xwe, berhemeke yekta ye di qada xwe de û hêviyên me yên li ser metnên fikrî yên di kurdî de geş dike. Adem Warnas, piştî ezmûneya berhemdariya di tirkî de li zimanê xwe yê dayîkê vegeriya û ji bîr nekir, nameyek ji bo kurê xwe yê nûçêbûyî di dawiya kitêbê de danî: ‘Nameyeke Dilgeşiyê ji Aram re’.

Liste Fiyatı:
Yayın Tarihi: 20.03.2021
ISBN: 9786257253246
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 216
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13 x 19.5 cm

Bu üründen 1 adet satın alınmıştır.

Fiyat Geçmişi: Product Price History Thumb
banner

loading
banner
banner
banner
loading
banner
banner