banner
Listiken Tomeri

Listiken Tomeri

Sê lîstikên şanoyê yên Mîrza Metîn; Dîsko 5 No’lu, Bûka Lekî û Gor bi
hev re di kitebekê de kom bûn û bi navê “Lîstikên Tomerî” çap bûn.
Di pêşgotina berhemê de Berfîn Zenderlîoğlu wiha dinivîse: “Di wan her sê lîstikan de jî nivîskar wêneya rûbirû mayina mekanîzmaya ku însan xwe dike mehkûmê xwe dikêşîne. Hêma û metaforên ku bi kar tîne, mekanên ku ava dike (sê lîstik jî yek mekan in), lîstina bi zimên re, tekiliya wî ya bi zimanê gelerî û dengbêj û çîrokbêjan; hînbûna wî ya kurmancî (di 15-16 saliya xwe de dest bi hînbûna kurmancî dike û di 21 saliya xwe de hêdî hêdî dest bi axaftinê dike), navên ku ji bo karakteran hildibijêre, bikaranîna wî ya teknîkên vebêjiyê, têkiliya tekstên wî yê bi tekstên kevn û nivîskarên kevn û nûjen re, têkiliya
wî ya bi rabirdû re, pêşdîtinên wî yên dahatûyî, şahidiya wî ya hemdem û hest û hêza wiya manewî tekstên wî dikişine akordekî xweser û ji bo xwendekar û rejîsor û lîstikvan û temaşevanên xwe riya ceribandineke seyrî û cuda derdixe holê.” Ji “Dîsko 5 No’lu”
Hucreyeke nîvtarî... Tora pîrevokan nava hucre û derdora wê dorpêç
kiriye. Cop, kêr, qelas û amûrên wek wisa li ser torê dardekirî ne.
Erd tijî ava genî ye.
Li ser dîwaran “Xwedê tune, pêxember çû bêhnvedanê” dinivîse.

Ji “Bûka Lekî”
Di bin ronahiyeke romantîk de jinemankênek. Jinik rûken, esîl, porsor,
bejinzirav, narîn û lihevhatî ye… Cilne rengo-rengo li xwe kiriye.
Destekî xwe daye ser noqa xwe. Mêrikek tê maxezeyê û çawa Mankenê
dibîne dikeve nav tenûra erdê û dilê wî dişewite.

Ji “Gor”
Goristanek… Erd asîman e, asîman erd e. Bêhna goştên riziyayî û kurmên
rizîxwaran tê. Kundê kor û marê kerr deng didin.
Pepo, keko!
Kê kir? Min kir!
Kê kuşt? Min kuşt!
Kê şûşt? Min şûşt!

Lîstikên Tomerî
Dîsko 5 No’lu, Bûka Lekî, Gor
Mîrza Metîn

 

Liste Fiyatı: 90,00
Yayın Tarihi: 26.04.2018
ISBN: 9786059082921
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 130
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 10.5 x 18 cm

Bu üründen 1 adet satın alınmıştır.

Fiyat Geçmişi: Product Price History Thumb
Platin Üye olarak kargo ücreti ödemeden ekstra indirimli alışveriş yapabilirsiniz.
Üstelik yalnızca kazandığınız puanlarınızla ekstra ayrıcalıklara sahip olabilirsiniz.
Platin Üyeliği Hemen Başlat
Platine Özel Fiyat: 64,80
banner

loading
Bu kitaba link vermek için alttaki html kodu web sayfanıza koyabilirsiniz;

<a href="https://www.kitapyurdu.com/kitap/listiken-tomeri/460257.html"> <img src="https://img.kitapyurdu.com/v1/getImage/fn:5886244/wi:85/wh:true" alt="www.kitapyurdu.com'dan satın al" border=0></a>
banner
banner
banner
loading
banner
banner