Monologen Li Ber Şibakeye

Monologên Li Ber Şibakeyê ji neh çîrokan pêk tê ku  her çîrok bi tena serê xwe gelek hestên mirovane di xwe de dihewîne. Têmayên wek tenêtî û penaberiyê li ber şibakeyên hezkirin, bêrîkirin, bêdengî, şev, dûrbûn, nebanî, xweza, rêwîtî û hwd de bi wêrekî û zîrekî hatine honandin. 
 
Hêjayî qalkirinê ye ku her neh çîrok jî bi ferhengeke jinane hatine nivîsandin. Çîrokên bi çav, hest û ferhenga jinane hatine nivîsîn, qalibên vegêranê yên di mêjiyê me de serobînî dike û bi honak û atmosfera xwe ya herikbar mirov jî bi xwe re dixe nava bûyer û herikîna xwe.
 
Çîrokên di berhemê de bi mijarên xwe gelek caran dilzîz bin jî vegotin û resenîya ruhê femînen ê metnê wek rengên keskesorê li hev in.
 
Gulbejnê di berhema Monologên Li Ber Şibakeyê de bi hiş, hest û ferhenga rengîn a jinane dike ku mirov çêjeke taybet ji çîrokê werbigire.
Liste Fiyatı:
Yayın Tarihi: 02.06.2025
ISBN: 9786259416588
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 80
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13 x 19.5 cm
SATIŞ YOK (kitapyurdu.com'da SATIŞ DIŞI)
Okuma Listeleri:
0 kişi
0 kişi
0 kişi