banner
Nûra Nepenî

Nûra Nepenî

Di şi’rên edebîyata Klasîk de temayên sereke ev in;
dîn, tesewif, felsefe, şîn (mersîye), pesin (medhîye) ,
pend (şîret) û hîkmet in. Di van temayan da hin tema û
mijar ji hest û ramanên şa’ir, ji hizr û bawerîyên şa’ir
dabin der jî, rewşa civakî, çandî, dînî, sîyasî ya serdema
şa’ir jî kartêkirînekê li tema û mijaran dike. Di edebîyata millî da tevî hin temayên edebîyata klasîk, temayên civakî, çandî û sîyasî, hizra hişyarkirina gel, avakirina
hafize û bîrewarîya civakî wek temayên sereke di şi’rên
şa’irên millî da derdikevin holê. Evîn, hizr û ramanên
şa’irî derbarê mijarên cûrbicûr di şi’rên serbest û gelerî
da bûne mijarên şi’ran.
Xemkûr, ger şai’rekî yekalî, nûnerê edebîyatekê bi
tenê bûya, meyê dê bikaribûya bi berfirehî mijar, tema
û cureyên şi’rên wî rave bikira. Bi sedema zêdebûna
mijaran, emê li jêr li ser mijar, tema û cûreyên şi’rên wî
yên sereke bisekinin.
...
Newrozîye yan Newrozname cureyek edebî ye. Ji
bo pîrozbahîyên newrozê şi’r û stranên taybet li ser
girîngî û rewşa cejna newrozê hatine nivîsandin dikevin bin vê kategorîyê. Ji şi’rên bi vî rengî re Newrozîye
hatîye gotin. Were Em Herin Newrozê di nav şi’rên
Xemkûr da mînakek e ji bo cûreyên newroznameyê. Di
dîwana “Tûrikên Kul û Derdan” da jî helbestek
Newrozîye tê dîtin. Her wiha di dîwana “Welatê
Wêran” da şi’ra serbest a bi navê Nerwroz jî Newroz nameyeke Xemkûr e.
 

Liste Fiyatı: 400,00
Yayın Tarihi: 26.02.2024
ISBN: 9786257568883
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 412
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13.5 x 21 cm
Kitapyurdu Fiyatı:
275,00

24 Saatte Kargoda? Stokta 2 ürün var

Sepete Ekle

Kazanacağınız Puan: 276

Fiyat Geçmişi: Product Price History Thumb
Platin Üye olarak kargo ücreti ödemeden ekstra indirimli alışveriş yapabilirsiniz.
Üstelik yalnızca kazandığınız puanlarınızla ekstra ayrıcalıklara sahip olabilirsiniz.
Platin Üyeliği Hemen Başlat
Platine Özel Fiyat: 253,00
banner

loading
banner
banner
banner
loading
banner
banner