banner
Parisabad

Parisabad

Kitêba Fawaz Husên a bi navê “Parîsabad” di nav weşanên Avesta de derket.
Di Parîsabadê de, di van kurteçîrokan de ku mirov dikare wan wek beşên romaneke hevgirtî bixwîne, Fawaz Husên li ser mijara derbideriyê, li Ewropayê û bi taybetî li ser Parîsê, dinivîse.
“Di destexaniyê xwe de, li qata heftan, li bajarê Parîsê, bîranînên min wek libên tizbiyek kehreban di destê deqandî yê kalemêrekî de didin dû hev. Li Porte des Lilasê, ez hem hespekî textînî me, hem jî ew lawikê ku lê siwar bûye. Ji bîst û pênc salan ve ku ez ji deşta Mêrdînê dûr ketime, ez bawer dikim ku hespê min bi çargavî dinyayê li bin guhê hev dixîne, lê ew bi rastî di cîhê xwe de dimîne û di defa sînga Amûdê de diçe xwarê. Ez bawer dikim ku ez li Parîsê me, li paytextê Fransayê me, lê ez hema erd û zeviyên gundê Kurdoyê dipîvim û xwe ji serê girê wî digindirînim. Erê ez li kêleka çemê Seinê dijîm, û ji do êvarê de pir diçelmisim, lê ez bi roj û şevan dikevim çemê zaroktiya xwe û ez di hembêza bavê xwe de ajne û sobahiyê dikim.”

Fawaz Husên

Li gundekî ji derdora Amûdê hatiye dinyayê. Ew li Amûdê mezin dibe û xwendina xwe ya seretayî, amadeyî û navîn lê dixwîne. Paşê, ew beşê edebiyata fransî li zanîngeha Helebê hildibijêre. Di sala 1978an de, ew digihêje Parîsê û li Sorbonnê xwendina xwe ya bilind di sala 1988an de diqedîne û dibe doktorê ziman û wêjeya fransî.
Fawaz Husên anuha mamosteyê zimanê fransî ye li wezareta perwerdekirinê, li şaredariya Parîsê û li zanîngeha Sorbonnê. Ew endamê rêxistina nivîskarên Fransayê ye û hem bi fransî, hem bi kurdî dinivîse. Parîsabad berhema wî ya nehan e ku bi yekî ji van herdu zimanan çap dibe.
Di Parîsabadê de, di van kurteçîrokan de ku mirov dikare wan wek beşên romaneke hevgirtî bixwîne, Fawaz Husên li ser mijara derbideriyê, li Ewropayê û bi taybetî li ser Parîsê, dinivîse.

Liste Fiyatı: 13,00
Yayın Tarihi: 01.11.2010
ISBN: 9786055585341
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 104
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13 x 19.5 cm

Bu üründen 16 adet satın alınmıştır.

Fiyat Geçmişi: Product Price History Thumb
banner

loading
Bu kitaba link vermek için alttaki html kodu web sayfanıza koyabilirsiniz;

<a href="https://www.kitapyurdu.com/kitap/parisabad/244761.html"> <img src="https://img.kitapyurdu.com/v1/getImage/fn:173773/wi:85/wh:true" alt="www.kitapyurdu.com'dan satın al" border=0></a>
banner
banner
banner
loading
banner
banner