banner
Rewşa Kurdi Ya Sosyolenguistik li Türkiyeye

Rewşa Kurdi Ya Sosyolenguistik li Türkiyeye

6ê çiriya paşîn a 1991ê, Leyla Zanaya kuhêj taze hatibû hilbijartin bo Meclisa Tirkiyeyê, di merasîma vekirinê dehevokeke sonda xwe ya wekîliyê bi kurdî got. Ev rûdan, ku bû binasê polemîkênmezin ên siyasî û civakî, di heman demê de derbirîna nerihetiya Kurdan bûsebaret bi statûya zimanê xwe. Lewre kurdiya ku mehrûm bû ji her çi naskirinekeresmî û ku bikaranîna wê di qada giştî de qedexe bû, di çend qadên sosyal ênberteng de hatibû hepskirin.

Ji hingê ve, siyaset û civak li Tirkiyeyê pir guhorîn.Pêvajoya endametiya Tirkiyeyê di Yekîtiya Ewrûpayê de bi xwe re pêşketinêngirîng anîn, bo numûne di warê rêzlêgirtin û cîbicîkirina mafên kultûrî de.Bêguman van şert û guherînên taze lez û karîgeriyek da çalakiyên kultûrî ûsiyasî li dor zimanê kurdî. Lê belê, heyama li dû wê bi temamî li ser bi amrazkirina siyasî ya zimanê kurdîava bû; car wekî bingeh û serekanî ji bo mobîlîzasyona siyasî ya kêmîneya kurd,car ji bo derpêşkirin û peytandina gotararesmî ku li ser redkirin û tehqîra kurdiyê ava bû.

Bi her çi halê heyî, hingê, herwekî niha, lêkolînênsosyolenguîstîk ku rewş û şertên kurdiyê raxine ber çavan nebûn. Lap nebûnalêkolînên li ser teswîra sosyolenguîstîka kurdiyê li Tirkiyeyê kir ku em dest bavêjine vê lêkolînê. Me xwest diperspektîfeke sosyolenguîstîk re lê binihêrin û têbigihin ka axêver di jiyana rojane de, sebaret bitercîh û bikaranîna zimanî, muameleyeke çawa dikin bi zimanan re. Lê belê, şertbû ku em ji teswîreke sade ya reftarênbeyankirî yên axêveran wêdetir çûbana. Lewma, me fer zanî ku teswîra li serprêzeyên zimanî, bi nirxandinekeberfireh a şertên sosyo-polîtîk ên cemaeta kurdîaxêv temam bikin. Armanc ji vêyekê bicîkirina diyardeyênzimanî ye di nav konteksta wan de da ku meylên zimanî yên axêveran di navpaşxane û çarçoweya sosyo-polîtîk de bêne têgihiştin.

Ji bo rêberîkirina pêdaçûna xebatê, lêkolînli dor van 4 pirsyarên li jêrî hatiye avakirin:

1. Îro, kîjan fakterên zimanî û der-zimanî xwedantesîr in li serwerara rewşa zimanê kurdî li Tirkiyeyê?

2. Gelo sazkarî û pêşhatên van heyamên dawî di warê siyasî ûpratîk de li Tirkiyeyê xwedantesîr in li ser sehên (perception)welatiyên kurd sebaret bi zimanê xwe?

3. Kîjan fakter diyarker û biryarder in di tercîh û bikaranînakurdiyê de li gor qadên civakî û rewşên danûstandina zimanî de?

4. Rewşa faktayî ya kurdiyê hevterîb e, an jî heta çi dereceyêhevterîb e, digel tercîh û bikaranîna zimanî ya di jiyana rojane de ?

Problematîka me bi vî rengî xwe dispêre pirsyareke seretayîku bi awayê hanê dibe bê pênasekirin: heta çi dereceyê tesîra fakterênsosyo-polîtîk ên rewşa kurdiyê xwe di prêzeyên zimanî yên axêverên kurd ên liTirkiyeyê nîşan didin?

Liste Fiyatı: 150,00
Yayın Tarihi: 01.01.2011
ISBN: 9786055585716
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 231
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 14 x 20 cm

Bu üründen 12 adet satın alınmıştır.

Fiyat Geçmişi: Product Price History Thumb
Platin Üye olarak kargo ücreti ödemeden ekstra indirimli alışveriş yapabilirsiniz.
Üstelik yalnızca kazandığınız puanlarınızla ekstra ayrıcalıklara sahip olabilirsiniz.
Platin Üyeliği Hemen Başlat
Platine Özel Fiyat: 108,00
banner

loading
Bu kitaba link vermek için alttaki html kodu web sayfanıza koyabilirsiniz;

<a href="https://www.kitapyurdu.com/kitap/rewsa-kurdi-ya-sosyolenguistik-li-turkiyeye/305583.html"> <img src="https://img.kitapyurdu.com/v1/getImage/fn:253538/wi:85/wh:true" alt="www.kitapyurdu.com'dan satın al" border=0></a>
banner
banner
banner
loading
banner
banner