banner
Şîzo

Şîzo

"şîzo bi navgîniya nakokiya di navbera sedem û hestê de rexneya desthilatiyê pêşkêşî me dike. Şîzo; zarok e, lîstik e, evîn e, hezkirin e. Frên e, hevnîr e, kevneşopî ye, dewlet e, rêgez e… Şîzo, di destpêka lîstikê de raketîye. Di berdewamiya lîstikê de dixweze rakeve lê ni kare rakeve, an jî nahêlin rakeve. Yên ku dixwezin Şîzo rakeve jî raketineke li gorî xwe jê dixwezin.
Pirî caran em di silsileya pêçokên li me hatine pêçan de winda dibin, dikevin rewşekê ku em nekarin bêhna xwe vedin. Di rewşên bi vî rengî de, vîna me ya jiyanê an refleksa me ya ber-xwedêriyê me mecbûr dike da em çareyekê bi-bînin. Ger em nikaribin biryareke qewîn bidin ji bo em ji nava tixûbên teng xelas bibin, em ê ji xala xwe ya destpêkê paşdetir jî bigindirin. Gin-dirîna me ne ji ber neserketina me ye, ji ber wê ye ku me hin tişt kêm hiştine.
Qebûlkirina wekî têkçûnê me di navbera bênasnametiyê û jiyanê de diguvêşe. Wekî kêma-siyek lê nanihêre, deriyekî nû yê cerbandinê ve-dike, dibe ku ji nû ve û bi caran derîyê ceri-bandineke nû vebike. Lê di dawiya her pêçokeyî de em rastî destpêka pêçokeyekedin dibin.
Xweafirandina kes, belkî jî pêvajoyeke dijwartir e ji şoreşên civakî. Hewildana kes bi rû-birûbûna bi xwe û xilasbûna ji adetên xwe, her çiqasî di xwe de asta pêşkeftina civakî-aborî ya derûdor, welatê ku ew lê dijî bihewîne jî, îs-tîsnayên wê jî hene.
Şîzo, bi qebûlkirina serdestiya aqil re, pevçûna di navbera aqil û hestan de ji xwe re dike xem, pêşkeftina aqil nas dike û perspektîfeke rexneyî pêşkêşî me dike.
Di Şîzo de, hest homojen e, dixwaze bihe-rike, baskên xwe veke û bifire. Ew çîroka wî aqilî yan a wê dayîkê ye, ku zarokên wê dixwazin bilîzin, bes ew jî bi feraseta wan biparêze na-xwaze ji bin baskên wê derkevin. Ew çîroka malbata sîwanî ya wê dayîka hewldana do-mandina jiyanê dide ye, ku bi mebesta wan biparêze, wan dixe bin baskên xwe. Ew çîroka wê civakê ye, ku ji bo civak ji hev belav nebe dixwaze malbat hevgirtî bin. Herweha çîroka wê desthilatdariyê ye, ku hewl dide pêşî rê li ber serhildêriya wê ya pêkan bigire û têxe bin kontrola xwe; ji ber vê mebestê jî hewl dide di nav pergalê de zîndanî bike û nehêle ji nava qalibê zindanê derkevin. "

Liste Fiyatı: 25,00
Yayın Tarihi: 06.11.2023
ISBN: 9786257085243
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 64
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13.5 x 19.5 cm
Fiyat Geçmişi: Product Price History Thumb
banner

loading
Bu kitaba link vermek için alttaki html kodu web sayfanıza koyabilirsiniz;

<a href="https://www.kitapyurdu.com/kitap/sizo/664216.html"> <img src="https://img.kitapyurdu.com/v1/getImage/fn:11793996/wi:85/wh:true" alt="www.kitapyurdu.com'dan satın al" border=0></a>
banner
banner
banner
loading
banner
banner