Berpirsê hemû teşqeleyên li welêt poz e. Ji ber vê yekê jî dadgeha bilind, ne ku dil û daxwaz dike, biryar dide darverkirina wî (pozî. Lê pirs ev e: Wê çawa poz bidarvekin. Di vir de eşkere dibe ku perçebûna poz stratejîyeke veguherînê ye, dema ji gewdeyê eslî vediqete, dikare bifire, dibe ku biweste; lê dem dikeve destê dadgehê, li hemberî zagonê dibe perçeyekî kêrnehatî, lewma jî dema wesfên xwe yê mirovî wenda dike, ango bêstû dibe ( ji berk u stû netewandiye) , cihê darvekirinê tê de nine. Encax bi stûtewandinê re mirov kare şûna darvekirinê rê desthilatan bide.