banner
Tevna Holejine

Tevna Holejine

Tevna Holejînê, duyem pirtûka helbestan a Mahsûm Nisêbîniyê nivîskarê pirtûka helbestan a bi navê Jan Jariya Jînê (Swêd, 2006), 36 helbestan bi xwe digire, yên ku ji Wargeha Maxmûrê ya li Başûrê Kurdistanê bigirin heta bi Ewrûpayê, li gelek deverên ciyawaz hatine nivîsandin û her yek jê li ber dergehê helbestê kêliyeke ji wan kêliyên hewşa warê azadiyê ya Kurdbûnê û mirovahiyê vedibêje.
Mahsûm Nisêbîniyê nivîskarê Tevna Holejînê, di sala 1964'an de li gundê Çalê yê bi ser Nisêbînê ve ji dayîk bûye û bi xwe di 1978'an de derketiye derve, di bendîxaneyan de maye, paşê çawa ku hatiye berdan, dîsa tevî nava refên şervanan bûye, paşê jî di sala 2004'an de derbasî Ewrûpayê bûye, ji wê hingê ve ye jî li Swîsreyê dijî. Ew bi xwe hê jî bi têkoşana xwe ya polîtîk berdewam e, ku hemû qonaxên vê têkoşana xwe heta niha kiriye mijarên deqên xwe yên poetîk û vê yeka xwe hê jî didomîne û li ser vê yekê jî, bi Kurdiya xweserî xwe, ku şayîşa berfirehkirina derbirrana bi Kürtçe pê re heye, helbesteke xwedî zimanekî resen ava dike.
Helbest û helbestnivîsîn girîng e. Lê her wiha girîng e ku ji nava refên şoreşa Kurdistanê de dengên mîna Mahir Bagok û Mahsûm Nisêbînî, çi helbest, çi kurteçîrok, çi roman, çi lêkolîn, çi jî rexne, bi afirandina wêjeyî rabin û bibêjin:
Zindîgor

xweşiya zor tengav
li dan û standinan difûre
û spîkevok mêvandarî
malan dibin
ji guliyên hezkirinê
pelên hişk diwerin
hiş di asoyên lef û dewran de
birr bûye
û deriyê guhan ji ser zîlana zanistiyê ketiye
werin li neçariyê bibin siwal
wê keserên kelecanî
werin bihîstin
windabûn
zindîgoran dikole
jixwehezkirin xapegêr bûye
û bêhna jiyanê
di liva genî de
diçike

Tevna Holejînê ya Mahsûm Nisêbînî tevna ked, kêferat, hezkirin, şoreş û têkoşanê li dar dixe û li kelepora helbesta Kürtçe ya xurt zêde dibe!
 
 

Liste Fiyatı: 200,00
Yayın Tarihi: 01.01.2012
ISBN: 9786054497379
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 80
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13.5 x 19.5 cm
Kitapyurdu Fiyatı:
143,00

Genellikle 5-7 gün içinde kargoya verilir.?

Sepete Ekle

Kazanacağınız Puan: 186

Fiyat Geçmişi: Product Price History Thumb
Platin Üye olarak kargo ücreti ödemeden ekstra indirimli alışveriş yapabilirsiniz.
Üstelik yalnızca kazandığınız puanlarınızla ekstra ayrıcalıklara sahip olabilirsiniz.
Platin Üyeliği Hemen Başlat
Platine Özel Fiyat: 128,70
banner

loading
banner
banner
banner
loading
banner
banner