banner
Emma Çînê Harşîta

Emma Çînê Harşîta

Romana Rastî û Heqîqeta Serdemekê: Ez bextewar û serbilind im ku... romana xwe ya nû “Emma Çînê” berî çapê ji min re rêkir da ku bixwînim. Ez ji berhemên wî yên din lê hay bûm ku kek Sedat, hez ji mijarên komplike, dîrokî, trawmatîk û têra xwe bi êşên takekesî herbilî û lokal dikir. Bes ew î bi vê berhema xwe tiştek din lê zêde kiriye; lokalî bûye globali; trajediya mirovahiyê ya serdemekê lê hatî jiyîn. Mekan bûye parzemînek, mijar, enternatoinalî. Bi xwendina “Emma Çînê” feraset, zanîn, hizr û bîra min ya netewî xurtir û vîna min a bo serweriya netewa min berztir bû...»
                                                                                                    Berken Bereh
Ji pênûsa Sedat Yurtdaş ê ku hişê xwe yekser azadane bikar anî ye, berhemek rewneqdar… Lehenga pirtûkê Emma Çînê jî mîna nivîskêr, yeka ku azadîya hişê xwe yekser teslîmî tu kes an cihekî nake... Ji bo Emma Çînê ne welatên dûr ne rêyên ku diherin wan welatan ne jî alemên xeybane  asteng in… Bi qasî ku nivîskar û lehanga wê destûr dane min, ez  jî bi wan re gerîyam… Wan tiştên ku dîtin, tiştên ku jîyan û di dilê xwe de hebandin ji min re yek bi yek vekirin… Tev bi hev re geh kenîyan geh girîyan lê gihîştin razên zanînên gelek kûr… Ev berhem bi qasî ku şoxûşengîya kurdî radixe ber çavan, di wêjeya kurdî de jî
dikare bibe mînakek seretayî…
 
Dr Zuhal Hazar
Ji ber ku lehengê romanê him di cîhana mirovan da him jî di cîhana cinan da dijî, lehengeke balkêş e. Ev taybetmendîya derasayî derfeta afirandin û vegotineke kûr û orîjînal dide nivîskar. Kek Sedat, vê derfetê bi awayekî hostayane bikar tîne û serpêhatiyên mirovî bi vegotineke zelal û dewlemend li ber çavan radixe. Bi vî awayî nivîskar him romaneke fantastîk diafirîne him jî der heqê jîyan û hebûna mirovî da derfeta ponijînê dide xwînêran.
 
Servet Örnek

Liste Fiyatı: 290,00
Yayın Tarihi: 01.01.2025
ISBN: 9786255624116
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 166
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13 x 19.5 cm
Kitapyurdu Fiyatı:
207,35

Genellikle 3-5 gün içinde kargoya verilir.?

Sepete Ekle

Kazanacağınız Puan: 414

Fiyat Geçmişi: Product Price History Thumb
Platin Üye olarak kargo ücreti ödemeden ekstra indirimli alışveriş yapabilirsiniz.
Üstelik yalnızca kazandığınız puanlarınızla ekstra ayrıcalıklara sahip olabilirsiniz.
Platin Üyeliği Hemen Başlat
Platine Özel Fiyat: 186,62
banner

loading
banner
banner
banner
loading
banner
banner