banner
Folklora Kurmanca

Folklora Kurmanca

Kitêba ku Serokkomarê Mahabad Pêşewa Qadî Muhemmed girtibû destê xwe, bilind kiribû û gotibû, ’Ev e Qur’ana Kurdan’, ’Folklora Kurmanca’ di nav weşanên Avesta de derket. Kitêba ku ji 760 rûpelî pêk tê, ji aliyê Tosinê Reşîd ve hatiye amadekirin.
"Folklora Kurmanca" ku Heciyê Cindî û Emînê Evdal amade kiriye di sala 1936an de ji aliyê ‘Neşra Hukumeta Ermenistana Şêwrê’ li bajarê Yêrêvanê hatiye çapkirin. Wan herdu zanyaran jî dema Cenga Cîhanê ya Yekem, dê û bav, mirovên xwe winda kirine û li sêwîxanên ermeniyan mezin bûne. Li sêwîxanê bi nasnama xwe re, zimanê xwe jî ji bîr dikin. Piştî ji sêwîxanê derdikevin, vedigerîn nav gelê xwe, ji nû ve zimanê kurdî fêr dibin û dest bi xebatên kurdî dikin.
Berhevok ji gelek varyantên destanên Kerr û Kulik, Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Memê û Eyşê, Zembîlfiroş, Leyl û Meclûm, Dewrêşê Evdî û Dimdim, bi sedan kilamen bengîtiyê, afirandinên gelêrî ji bo zarokan, kilamên govendê, hikyatên cimetê, kilamên Evdalê Zeynikê, afirandinên Feqiyê Teyran ku bi devkî di nav xelkê de dihatin gotin pêk tê.

“Ev pirtûk di nava xebata folklorzaniyê ciyê xwe yî taybet digre. Çawa bi meznaya xwe ve, wisa jî bi serecema xwe ve ew heta niha dimîne wek xebateke tekane û bingehîn. Ev pirtûk bûye, ya ku Qazî Mehmedê nemir li Mehabadê girtibû destê xwe, bilind kiribû û gotibû: ‘Aha, ev e Qurana me.’
Şekroyê Xudo Mihoyî

Liste Fiyatı: 750,00
Yayın Tarihi: 14.10.2008
ISBN: 9789944382403
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 752
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13.5 x 21.5 cm

Bu üründen 18 adet satın alınmıştır.

Fiyat Geçmişi: Product Price History Thumb
Platin Üye olarak kargo ücreti ödemeden ekstra indirimli alışveriş yapabilirsiniz.
Üstelik yalnızca kazandığınız puanlarınızla ekstra ayrıcalıklara sahip olabilirsiniz.
Platin Üyeliği Hemen Başlat
Platine Özel Fiyat: 517,50
banner

loading
banner
banner
banner
loading
banner
banner