banner
He-şin

He-şin

Ev Kitêb helbest e. . Mijar; jiyan, xoşewitî, evinî, welatperwerî û hwd. bi zimanek xwerû tekilî û helwesta mirovan derbirin kirî ye.. Ne tenê jiyana mirovan; bi dilekî zîz, ji jiyan, çûk, pelge, jîyanawe, ango afirandinê û têkilîya wan re mijul bû ye.
Mêmê Mala Hine; Berz fîrîyabûna qulingan, tenêtîya Gulperîyê ,evînî û weke mêweyekî ku ji dara xwe bikeve û tena serê xwe terkîsela dibe weke pelgeyê zer yê payîzê hûnandîye.. Gelek caran jî bervî hêşinayî ye û cure bi cure reng û rewşê re û hwd. têkildar bû ye.

Memê Mala Hine di sala 1975an de hatiye dinê. Di sala 1992an de ji ber xebatên xwe yên siyasî naçar dimîne ku xwendina xwe di nîvî de bihêle. Di sala 1997an de tê girtin û heyşt salan li girtîgehên Tirkiyê dimîne. Memê Male Hine niha di Zankoya Enqereyê de di beşa felsefe û ragîhandinê de xwendina xwe didomîne.

Helbesta "lo lo qulingo" ku di vê pirtûkê de cîh digire di sala 1999an de di pêşbaziya helbestan a Navenda Çanda Mezopotamyayê de xelata sêyemîniyê girtiye. Helbesta "tenêtî" û "Gulperê" ku herdu jî di vê pirtûkê de hatine bicîhkirin di sala 2006an de di pêşbaziya helbestan a Navenda Çanda Serhedê de xelata yekemîniyê girtine.

dengbêjê kal vewestiya
berfa nerm ku hevaltiya peyvan dikir
ji xeynî çend reşeyên wêrek
her der nixumandîbû
ba bi tevî kuliyên aware
saweke lerzîdêr belav dikir
êdî ji xeynî şewata êzingên bixêriya qewlan
deng ji welatê têrkeseran dernediket

heyameke bêbext bû
heyameke jiyansext bû
jiyan kana jan û xeman bû

Liste Fiyatı:
Yayın Tarihi: 25.04.2007
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 80
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13.5 x 21 cm
Fiyat Geçmişi: Product Price History Thumb
banner

loading
Bu kitaba link vermek için alttaki html kodu web sayfanıza koyabilirsiniz;

<a href="https://www.kitapyurdu.com/kitap/hesin/94205.html"> <img src="https://img.kitapyurdu.com/v1/getImage/fn:1067/wi:85/wh:true" alt="www.kitapyurdu.com'dan satın al" border=0></a>
banner
banner
banner
loading
banner
banner