Mirina Kalekî Rind

Du meriv. Du ronakbîrên kurd; ronakbîrê destpêka 1900'î Kalo û ronakbîrê nûjen Serdar Azad. Jiyanên wan, hîs û serpêhatiyên wan, xewn û xeyalên wan, danûstandinên wan yên bi hev re û bi doralî re, dijwarî berberiyên wan... Romana Mehmed Uzun ya duwemîn, Mirina Kalekî Rind, li dor van kes, tişt û pirsiyaran tê pê. Ronakbîrê nûjen Serdar Azad pênûs di destan de, li ber masê rûdine û ronakbîrê kevnare Kalo bi bîr tîne; gundekî biçûk û kalemêrekî ecêb. Kalo kî ye? Ew ji kû ye? Ew çi vedişêre? Serdar Azad, li milekî, ji xwendevanên xwe re behsa kalê ecêb û sirtijî dike û li milekî din jî, ew bi kalo re dipeyive û jê re behsa xwe, hîsên xwe, bîranên xwe û zarokatiya xwe dike. Yanê, roman ne bi tenê li ser du kesan tê pê, herweha ew bi du şêwan jî tê hûnandin û vegotin. Mirov dikare Kalo wekî rûpelekî jibîrbûyî ji dîroka Kurdistanê bibîne, Serdar Azad û jiyan, hîs, daxwaz û bîranînên wî jî, wekî mirovekî kurd yê nûjen û jiyana wî... ji ber ku kes, bûyer û peywendiyên romanê herçend şexsî û taybetî bin, hewçend jî gelemper in.
Ürün Alternatifleri
İTHAKİ YAYINLARI İTHAKİ YAYINLARI
Liste Fiyatı: 180,00TL
Yayın Tarihi: 15.04.2021
ISBN: 6257370080
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 119
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13.5 x 21 cm
Bu üründen 53 adet satın alındı.
Kitapyurdu Fiyatı:
123,75TL
Kazanacağınız Puan: 258
24 Saatte Kargoda
Stokta 3 ürün var
Platin Üyelere Özel Fiyat 113,85TL
Okuma Listeleri:
2 kişi
0 kişi
1 kişi