Nirxandina Berhemên Mehmed Uzun

Min navê Rehmetî Mehmed Uzunî ji kovara "Rizgarî"yê bihîstibû. Min hemû hejmarên kovarê dikirîn û dixwendin. Navê Mehmed 

Uzunî wekî berpirsê nivîsaran ê kovarê hatibû destnîşankirin. Paşê di kovara "Rizgariya Kurdistanê” de min gotar û helbestên wî xwendin. Wî wê demê bi nasnavê "Ferzende Baran"î gotar û helbest dinivîsandin. Paşê romana xwe ya yekem “Tu” nivîsî û weşand. Di vê romanê de navê xwe yê rasteqîn bi kar anî. 

Gorbihişt Mehmed Uzunî demekê di rojnameya "Kurdistan Pressê❞ de beşa kurdî amade dikir. Ev rojname bi kurdî û tirkî bû. Hevdîtin û hevnasîna min û wî ya rû bi rû hingê pêk hat. 

Min hingê dest bi nivîsîna kurdî kiribû. Nivîsên min ên kurdî û kurteçîrokên min di rojnameya “Roja Welat”î de *paşê di rojnameya "Hêvîya Gel"î de û di kovara "Berbang❞ê û kovara “Hêvî”yê de derdiketin. Ev hersê weşan jî li Ewropayê dihatin çapkirin. Dema li Swêdê/Stockholmê rojnameya “Kurdistan Press❞ê dest bi weşana xwe kir, min ji bo alîkariya beşa kurdî nivîsên kurdî ji rojnameyê re dişandin.
 
Liste Fiyatı: 180,00TL
Yayın Tarihi: 29.02.2024
ISBN: 9786257568142
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 122
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13.5 x 21 cm
Bu üründen 1 adet satın alındı.
Kitapyurdu Fiyatı:
123,75TL
Kazanacağınız Puan: 166
24 Saatte Kargoda
Stokta 4 ürün var
Platin Üyelere Özel Fiyat
113,85TL
Okuma Listeleri:
0 kişi
0 kişi
0 kişi