Qal

R. Baran di edebiyata kurdî ya modern de ji wan kêm lehengan e bi êşeke egzîstenyal xwe bera nav kolanên evîn, rabirdû û bajarê xwe dide. Niştecihên bajarê wî, mirin û evîn mîna hêlekanekê di nav hebûn û tunebûnê de tên û diçin.
 
"Ez ditirsiyam. Ditirsiyam ku rojekê ev pirs ji bêbersiviyê winda bibana. Ev pirsên  ku piştî windakirina her tiştî wek modika hebûna min di destê min de mabûn, min nedixwest di destê min de bişkên. Loma “Carna mirov,” min got û bêje wek qetikên benan gihaştin hev û bûn bersivek di mejiyê min de. “Dibetile, hewl dide, bo her tiştî (lê hew ji bo xwe) têdikoşe, lê rojekê gava li dû xwe dinere, hew bêhêzî û bêqewetbûniya xwe dibîne. Loma piştî demekê qey aramiyekê dixwaze, aramî; ango hew dixwaze xwe wek pelekî (ê payizê) serxweş li ber bayekî berde û biçe... Berê bayê ku ji devê wê derketî bi vî alî bû û ez bi vî alî ve virvirandim. Hew wê got ‘Em bizewicin’, min got ‘Tu çawa dixwazî, ji bo min ne mesele ye’.”
Liste Fiyatı: 160,00TL
Yayın Tarihi: 20.12.2019
ISBN: 9786058072923
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 128
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13.5 x 21 cm
Bu üründen 1 adet satın alındı.
Kitapyurdu Fiyatı:
110,00TL
Kazanacağınız Puan: 138
24 Saatte Kargoda
Stokta 1 ürün var
Platin Üyelere Özel Fiyat
101,20TL
Okuma Listeleri:
0 kişi
0 kişi
0 kişi