banner
Şerê Meşrûıyetê: Astengên li ber Demokrasiyê di Dewletên Pirneteweyî de

Şerê Meşrûıyetê: Astengên li ber Demokrasiyê di Dewletên Pirneteweyî de

Ev kitêb nakokiyên binyadî yên di nav federasyonên demokratîk de vedikole. Dibe ku di deh salên bê de federaliya pirneteweyî li ser asta navneteweyî zêdetir bê dîtin. Ji ber ku hêzên mezin û rêxistinên navneteweyî ji avakirina dewletên nû re ne amade ne, federaliya pirneteweyî niha rê û bijardeyeke giring e ji bo vekolînê.
 
Şerê Meşrûiyetê  bi rêya lêkolînên berawirdî û vekolîna çend nimûneyên sereke li cîhanê (di nav de Skoçya û Keyaniya Yekbûyî; Katalonya û Spanya; Quebec û Kanada), bi awayekî nû li têkiliya di navbera neteweyên zorîne û neteweyên kêmîne de dinêre û di nirxandina dozên neteweyan de li ser giringiya meşrûiyetê disekine, ne li ser qanûnîbûnê.
 
Alain-G. Gagnon bi çavekî rexneyî hêvî û potansiyela dewleta federal a pirneteweyî radixe ber çavan, bi taybetî ji bo wan neteweyan ku bi dijminatî li hev dinêrin.
 
Şerê Meşrûiyetê, sîstema federaliyê wekî rêya sêyem dinirxîne ji bo neteweyên hem ji dewletên serwer nerazî ne hem jî nikarin ji wan cuda bibin. Di demekê de ku mijara federaliyê di rojeva giştî ya kurdan de jî roj bi roj zêde dibe, ev kitêb, bi wergera Tevfik Bayram, valahiyeke giring dadigire di qada kurdî de.

Liste Fiyatı: 320,00
Çevirmen: Tevfik Bayram
Yayın Tarihi: 16.02.2026
ISBN: 9786259591476
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 216
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13.5 x 21 cm
Kitapyurdu Fiyatı:
220,00

Genellikle 3-5 gün içinde kargoya verilir.?

Sepete Ekle

Kazanacağınız Puan: 440

Fiyat Geçmişi: Product Price History Thumb
Platin Üye olarak kargo ücreti ödemeden ekstra indirimli alışveriş yapabilirsiniz.
Üstelik yalnızca kazandığınız puanlarınızla ekstra ayrıcalıklara sahip olabilirsiniz.
Platin Üyeliği Hemen Başlat
Platine Özel Fiyat: 202,40
banner

loading
banner
banner
banner
loading
banner
banner