Serpehatiyen Zana

Çar kitêbên Mele Xalitê Licî(Xalit Remo – Ayçiçek) ku bi awayekî manzûm û mensûr hatine nivîsandin, di navvê berhevokekê de cî digrin.

Mele Xalit, ne tenê bi gotin ûşêweya xwe behsa xwe û demeke dûr dike, lê behsa demeke di rihê me de rûniştîdike, her wiha rovî û heywanên din jî dide xeberdan û rewşa me ya ziman û wêraniyêbi hostatiyeke mezin, bi helbestên qafiyekirî, bi ken û girî tîne ziman. Nivîskarbi awayekî gelekî mutewazi’ jî van gotinan li ser xwe dibêje:

“Ez di sala hezar û neh sed û sî ûçaran de li qeza Licê, li taxa melan hatime dinê. Piştî temenê min giha heft salan, min dan berxwendina erebî, heta ez bûm bîst salî min li gelek ciyan, li ba melan xwend,geh li gundan geh li Licê. Di sala hezar û neh sed û pêncî û çaran de çûmeskeriyê û di vegerê de çûm Licê û li gundekî bûm îmam heta hezar û neh sed ûşêst û pêncan.

“Dûre min terka îmamiyê kir û ez hatim li Diyarbekrê dikanekê vekir û ez bûmsaetçî. ev bû çil û şeş sal ku ez vî karî dikim. Ez nebûm maldar û nebûm jar,şeş zarokên min hene û hemû jî zewicandî ne, bi kurtî ev e jiyana min.”
Liste Fiyatı: 300,00TL
Yayın Tarihi: 01.01.2011
ISBN: 6055585877
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 256
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13.5 x 21.5 cm
Ürün Kodu: K305593
Bu üründen 3 adet satın alındı.
Kitapyurdu Fiyatı:
225,00TL
Kazanacağınız Puan: 346
SATIŞ VAR (Geçici Olarak Temin Edilemiyor)
Platin Üyelere Özel Fiyat
207,00TL
Okuma Listeleri:
1 kişi
0 kişi
0 kişi