Şev u Deng

Jan Dêranê Dîgorî, ji “Tapê Qersê” dengê kilamên Serhedê, mîna Radyoya Êrîwanê tîne û digîhîne me di pirtûka xwe ya yekem Şev û Dengê de. Jan Dêran, bi helbestên xwe yên nûjen dinyayeke ronî ava kiriye; lê berê wî li demên çûyî ye:

“Xwezî niha ez û tu
Em di 17 û 18 saliya xwe de bûna
Li pêş malan, li quncikên odekan
Dizên awirên hev du bûna
Li dawetan, li malikên dercîranan”

Vegotinerê Şev û Dengê, mîna hemû evîndarên bêmiraz, di heyra bilêvkirina eşqê de ye. Bala wî bes li ser hezkiriyê ye:

“Ew bajarê ku em lê man
Ew ciyên ku em lê geriyan
Rûyê tu kesî nayê bîra min
Min bi tenê li rûyê te mêze kiriye
li wan deran.”

Jan Dêran, di Şev û Dengê de, xwendevanên xwe ji nav tariya zinadanên ku îşkence lê tê kirin, rêwîtî, xerîbî û têkçûnan re derbas dike û heta hêvî û bendewariyên ronî tîne.
Liste Fiyatı: 200,00TL
Yayın Tarihi: 01.01.2008
ISBN: 9789756179697
Dil: KÜRTÇE
Sayfa Sayısı: 80
Cilt Tipi: Karton Kapak
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: 13.5 x 19.5 cm
Bu üründen 3 adet satın alındı.
Kitapyurdu Fiyatı:
143,00TL
Kazanacağınız Puan: 186
Genellikle 5-7 gün içinde kargoya verilir.
Platin Üyelere Özel Fiyat
128,70TL
Okuma Listeleri:
0 kişi
0 kişi
0 kişi